
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îslamî a Îranê rêşûnên tund yên ewlehî bi rê ve dibe û bi hemû awayekî pêşî li danîna pirse û sersaxiya şehîd Luqman digre.
Îdareya Îtila`atê malbata şehîd Luqman Mêhfer û kesûkarên wî xistiye bin çavdêriyê û huşdarî daye wan ku nabe bi ti awayekî kombûnek û pirse û sersaxiyek di vê heyamê de bi rê ve here.
Rejîm li menca hevxemî û hevsoziya berbilav a xelkê Rojhilatê Kurdistanê digel PDKÎ û malbata şehîd Luqman tirsiyaye, û li tev kombûnên hevxemiya xelkê Kurdistanê bieciye.
Herwisa Îtila`atê gef li du birayê şehîd Luqman Mêhfer yên bi navên hecî “Osman Mêhfer” û “Fehîm Mêhfer” xwariye ku nabe merasima sersaxiyê danên.