Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtila`ata rejîmê di Kurdistan û Îranê de sîxuriyê li ser xelkê dike

12:59 - 11 Adar 2020

Di rewşekê de ku emrazên hewce, bona berahîk girtin ji tûşbûna bi Vîrûsa Korona yê wekî, lepik, mask û emrazên hewce yên pizişkiyê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine zevtkirin û kasibiyê pê dikin, rejîmê ragihandiye, ew kesên ku wan emrazan qurix dikin, bi me bidin nasandinê, heya wan ciza bidin.

Îdareya îtila`ata rejîma Îranê, bi şandina SMS bo xelkê, ji wan dixwaze ku, herkesek zaniyarî li ser wan kesan heye, bi rêya hejmara Telefonekê ve, îdareya îtila`atê agehdar bikin.

Di rewşeka wiha de rejîm hêj, ji xelkê dixwaze ku sîxuriyê jêre bikin.

Li ser wê mijarê, di 20`ê Reşeme, di demekê de ku xelkê bjarê “Seqiz”ê bi awayekî xwebexş û bona parastina tenduristiyê cehd dikirin, Spaha pasdaran a terorîst bi geriyan di nawa kolanêt Bajar de, û hişdarîdan bi xelkê, dixwast wis bide xûyakirin ku, di wê rewşê de, alîkariyê didine xelkê.

Di bajarê Seqizê de, rejîma Îranê bona sextekariyan kevtiye nava Bajar û wan paqij dike.

Ji aliyekî din ve, îtila`atê gef ji rêkxistin û saziyên medenî xwarine ku dibe çalakiyên xwe digel Spaha Pasdaran a terorîst ve, hevaheng bikin, ew jî  bo wê yekê ye ku, sixuriyê li ser çalakiyên xelkê de bike û wan alîkariyan zevt bike.