Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtila`ata Spaha Pasdaran bi kuştina ciwanên Kurd li ser sînoran hovîtiyê diafirîne

18:00 - 27 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, du ciwanên xelkê bajarê Serpêlê dane ber gulleyan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva Înê rêkefta 5`ê Xezelwera 1397`an, (26`ê Ciriya Pêşîn)  îtila`ata Spaha Pasdaran, du xortên Kurd yên xelkê bajarê Serpêl a Zehaw, li cihê bi navê Nelkimîn, li ser sînorê di navbera Tewêlê û Hanegermele, gulle bi ser wan de reşandine, û di encamê de jî wan du ciwanên Kurd canê xwe ji dest dane.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê bas ji vê kiriye ku, rejîma Îranê ji ber ku vê hovîtiya xwe ji xelkê veşêre û xelkê bixapîne, wiha ragehandiye ku ev du ciwanên Kurd di dema derbazbûna li ser sînor, bi ser mînan de ketine û canê xwe ji dest dane, eva di demekî de ye ku li gorî gotina xelkê wê deverê, ev dera ku termê wan du ciwanên Kurd hatine peydakirin, ne sînorê hatinûçûna kolberan e û ne jî wir mîn hene.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, wiha bas ji vê hovîtiya rejîmê dike, xelkê cihê gullereşandinê li ser laşê  van du xortên Kurd dîtine û heya nîvro a roja Şemiyê termê van du ciwanên Kurd li cihê bûyerê de mabûn.