
Roja Sêşemî, 5`ê Gulanê, Endamê Meclîsa rejîma Îranê, “Elî Muteherî”, di cîvîna meclîsa rejîma Îranê de, îtiraf bi kuştara xwenîşanderên meha Xezelwera par kiriye û Wezîrê Navxwe yê rejîmê berpirsyarê wê cinayetê daye zanîn.
Herwisa Elî Mûteherî, rexne ji Serokê meclîsa rejîma Îranê, “Elî Larîcanî”, girtiye û daye zanîn, ku navbirî nehiştiye em sebebkarê wan kuştaran bidin nasandin.
Herwsa “Elî Mûteherî” gotiye, ku îro û sibêkirina wê pirsê ji aliyê “Elî Larîcanî” ve bi piştguh avêtin û derfetnedan bo bas kirin li ser wê mijarê, nehiştiye ku Wezîrê Navxwe wek berpirsyarê wê kuştarê bê nasandin.
Di xwenîşandana meha Xezelwera par de, pitir ji 1500 kes hatine kuştin û bi 1000`an kes jî hatine binçavkirin ku qedera hin ji wan kesan hêj nediyar e û hin kes jî bê serûşûn bûne.
Rejîma Îranê bi serkut û tepeserkirina wan xwenîşanderan rûyê xwe yê hov û dirindane nîşan da.
Xelkê Îranê bi nerizayetînîşandan li derheq rewşa aborî û dijwariya jiyanê û bilindbûna nirxa hewcehiyan, rewayiya rejîma gendel û bikuj a Îslamî ya Îranê xistine bin pirsyarê.