Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtirafa pasdar Mihemed Husên Sipêhir: “Korona di meha Sermawezê de hatibû nav welat de”

12:20 - 12 Gulan 2020

Pasdar Mihemed Husên Sipêhir, Cihgirê Fermandê Hêza Besîc, roja Yekşemî, 10`ê Gulanê, di civînekê de gotibû: “Hikûmet ji meha Sermaweza par ve agehdarê hatina vîrûsa Korona di Îranê de bibû, lê ew yeke ji xelkê weşartin.”

Navbirî her di vê derheqê de gotiye: “Me ew yeke dizanî lê Wezareta Tendirustî, em meha Rêbendanê agehdar kirin. Û eve dewleta Rûhanî ye ku di vê derheqê de xetabar e û xemsarî kiriye.”

Axavtinên wî berpirsê Besîcî di halekê de ye ku, Spaha Pasdaran a terorîst xwe berpirsyarê hemû tiştekî di nav Îranê de dizane û midaxilê dike, çima bi mediyayîkirina hatina Koronayê ti hewlek nedaye û givaş nexistiye ser rejîmê ku hatina Koronayê mediyayî bike.

Rejîma Îranê berpirsyarê wê karesata mezin a Koronayê di Îranê de ye, dema ku hemû welatan firînên esmanî yên xwe digel welatê Çînê dabûne sekînandin, lê rejîma Îranê bi berdewamî balafira Mahanê dişande Çînê û pêşî jê nedigirt. Da ku balafira Mahanê vîrûsa Koronayê ji Çînê bo Îranê ve veguhast û her roj hezaran kes bi wê karesatê tûş dibin û rojane sedan kes jî canê xwe ji dest didin.