Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jake Sullivan: “Berya Bercamê dibe danûsitandin li ser bernameya mûşekiya Îranê bikin”

12:50 - 4 Kanûna Paşîn 2021

Şêwirmendê “Joe Biden” daye zanîn ku berî danûstandin a girêbesta “Bercam”ê dibe li ser bernameya mûşekiya Îranê danûstadinê bikin, berê jî “Joe Biden” ragihandibû ku bi hin mercan amade ye bizivire nav girêbesta “Bercam”ê.

Roja Yekşemî 3ê Kanûna Paşîn, şêwirmendê Serkomarê bê yê Amerîkayê, “Jake Sullivan” daye zanîn ku pêştir ji danûstandin a girêbesta ‘Bercam”ê, dibe danûstandin li ser bernameya mûşekiya Îranê bê kirin û herwisa daye xuya ku dewleta nû ya Amerîka dixwaze bi zivirîna li nav girêbesta “Bercam”ê, rejîma Îranê neçar bike ku pêka lihevhatinên despêkî yên wê girêbestê Îranê kontrol û sînordar bike.

Serkomarê dahatiye Amerîkayê, “Joe Biden” heyamekê berî niha ragihandibû ku hekî Îranê pêbendê tewaw sozên xwe yên navkî be,Amerîka dê bizivire nav vê girêbesta navikî.

Rejîma Îranê li sala 2015an de bi sedema girêbesta Bercamê hin çalakiyên xwe yên navikî ku berçav bûn ragirtin lê bi nihênî bernameya navikiya Îranê bi tewawî ti carî nerawestiya û di çend binkeyên navkî yên veşartî de çalakiyên Îranê her berdewam bûn.

Li sala 2018an ku Amerîka bi destûra Serkomarê Amerîka “Donald Trump” ji girêbesta bercamê derket, rejîma Îranê tevî zivirîna dorpêçên ragirti, rastî givaşên nû û dorpêçên herî dijvar hat û rejîma Îranê pêngav bi pêngav, sozên xwe yên bercamê binpê kirin û niha di asta qeyraneke herî dijvar de ye.