Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“James Jeffrey”: “Me ti car soz nedaye Kurdan ku wan li hemberî Tirkiyê biparêzin”

11:16 - 15 Çirriya paşîn 2020

Nûnerê Amerîka li Karûbarê Sûriyê daye zanîn ku Amerîka ti carî bi Kurdan re soz nedaye ku wan di hember êrîşên Tirkiyê biparêzin û berevaniyê ji wan bikin.

Roja Şemî 14ê Çirriya Paşîn, Nûnerê Amerîka li Karûbarê Sûriyê, “James Jeffrey”, tekezî kiriye û gotiye: “Gotina wê hindê ku Amerîka di êrîşên Tirkiyê li ser Kurdan, pişta Kurdan berdaye, gotineke rast nîne ji ber wê rastiyê ku me ti carî bi Kurdan re soz nedaye ku di hemberî êrîşên Tirkiyê de, dê Kurdan biparêzin û berevaniya wan bikin”.

Herwisa” James Jeffrey” got: “Hizra berpirsên Sûriyê ev bû ku berpirsên Amerîka li Sûriyê dê Kurdan biparêzin û ew mijar li rûbirûbûna wan digel Tirkiyê de karlêkerî hebû”.

Dagîrkerên Kurdistanê piraniya caran, Kurdan wekî emrazê destê welatên din nîşan didin û di ragihandinên xwe de, hebûna Kurd bi sîbera serê welatên din dibînin, lê hebûna Kurd bi tenê bi “hewl, ked û xebat”ên wan bi xwe bûye û dîrokê nîşan daye ku destkevtên Kurd bi tenê bi ked û cangorîkirina Kurdan bi dest ve hatine.