
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê dijkiryarên gelên Îranê li hemberî xwe de wekî teror dihesibîne, û şoreşgeran jî wekî kirêgirtiyê welatên derekî dihesibîne.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê “James Mattis” di civîneke rojnamevanî de, tohmetên rejîma Îranê derheq teqe û destrêjên di dema rêjeya leşkerî li bajarê Ehwazê bo ser welatê xwe wekî “cihê pêkenînê” hesiband, û bas ji vê kir ku nîgeranê gefên Spaha Pasdaran nînin.
Berpirsên rejîma Îranê wekî hertim û paş teqekirina çend çekdarên nenaskirî li cihê sekinîna berpirsên Spaha Pasdaran li bajarê Ehwazê li roja 31`ê Xermananê, û kuştin û birîndarkirina çend endamên Spaha Pasdaran a terorîst, destê gunehbarakirinê ber bi welatên din dirêj kirin, û ew kesên ku ew operasiyon encam dane, wekî mohre û stûxwarê welatên navçeyê û mezinhêzên cîhanê tawanbar kirine.
Elî Xamineyî roja Duşemiyê ragehand ku destê êrîşkaran di berîka Erebistan û Îmaratê de ye. Di heman rojê de Husên Selamî jî Erebistan û Amerîka û Îsraîl derheq vê êrîşê tawanbar da naskirin, û gef xwarin ku çavnihêrê dijkiryara tund ji aliyê rejîma Îranê ve ne.
“Nikki Haley” nûnera Amerîkayê di NY de jî di bersiva tohmetên Rûhanî de ragehandiye ku hindî ku hûn dikarin boxtanan li me bikin, lê xwe jî di xudîkê de bibînin.
“Michael Pompeo” jî rojekê pêş lêdwana Trump di Civata Giştî ya NY de pêdagirî kir ku li ser siyaseta Trump û ragehand:
Armanc ji zextanîna bo ser rejîma Îranê guherîna siyaset û reftara vê rejîmê û ragirtina piştevaniyên ji terorîzmê ye.