Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jêbirkirina zimanê Kurdî li ser tabloya şaredariya Artukol ya parêzgeha Mardînê

10:50 - 9 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di ser tabloya şaredariya Artuklo ya parêzgeha Mardînê ku bi zimanê Kurdî, Erebî, Siryanî û Tirkî hatibû weşandin, ji aliyê şaredarê AKPyê ve hate vêdebirin.

Hikûmeta Tirkiyê bilî ku şaredarên Kurd li ser kar dûr xistin, û li cihên wan qeyum danîn, vê care jî dest avêtiye bi jêbirkirina zimanê Kurdî ji ser tabloyan.

Piştî serkevtina AKPyê di 31`ê Adara 2019`an de, jêbirkirina zimanê Kurdî li ser tabloyên şaredarî yên bajarên Kurd akincî li Bakûrê Kurdistanê dom hebûye, û wê carê jî, şaredarê ser bi AKPyê, di bajarê Artuklo ya ser bi parêzgeha Mardînê de tabloya ku zimanê Kurdî li ser hatibû weşandin vêda biriye.

Piştî vêdebirina tabloya şaredariya “Artuklo”yê, polîsên wî bajarî, nehêlane kes wêneyan ji wê tabloyê bigrin.

Ew tabloye di dema ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser kar bû, ji aliyê şaredarê HDPê ve hatibû weşandin.