Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jênêv: Kombûnek bo bilind nirxandina roja 21ê Şibatê bi beşdariya endamên PDKÎ hat lidarxistin

17:28 - 22 Şibat 2022

Roja Duşemî 2ê Reşemê, li bajarê “Geneva” yê welatê “Suwîs”ê kombûnek bo rêzgirtin ji roja cîhaniya “Zimanê Dayîk”ê hat lidarxistin.

Di vê kombûnê de daxwaz ji cîhaniyan hat kirin ku “Zara Mihemedî” ku bi tawana dersgotin bi zimanê Dayîkê bo zarokên nîştiman di girtîgeha rejîma Îranê de ye, bê azadkirin.

Di vê kombûnê de komek ji endam perlemanên “Jênêv û Suwîs”ê û komek ji endamên PDKÎ beşdar bûn.

Piştire “Lorans Fîlmen Rîyel” Endamê Perlemana Suwîsê û “Joîl Fîs” Endamê Perlemana Jênêvê û Yarîderê Raporterê Netewên Yekgirtî bo pirisa bîr û bawer û ol, “Kirîstiyana Kîtsos” Bajarvanê Jênêvê û herwisa “Mêsê Mon Jê” Serokê Rêkxirawa “UNPO” axivtin û di gelempera gotinên xwe de basa azadkirina “Zara Mihemedî” kirin.

Herwisa her yek ji wan “Ehmed Şêrbegî” û “Kanî Mihemedî” peyamek pêşkeşê amadebûyan kirin.

Di dawiya kombûnê de biriyar dan ku li dijî rejîma Îranê li “Şêwreya Netewên Yekgirtî” de şikayetekê tomar bikin û pêşkêşê Saziya Netewên Yekgirtî bikin.

Di vê daxwazkariyê de, bas ji netewên Îranê jî hatiye kirin ku divê bi zimanê dayîkî yê xwe binivîsin û bixwînin.