
Navgana 5em a hêzên deryayî ya Amerîkayê daye zanîn ku Jêrderyayîya navikî ya “USS Georgia” digel 2 gemiyên şer ji geviya “Hurmiz”ê derbas bûn û hatine nav avên kendavê.
Roja Duşemî 21ê Kanûna Pêşîn, Navgana 5em a hêzên deryayî yên Amerîka ku li welatê “Behrên”ê de cihgîr e, daye zanîn ku jêrderyayiya navikî ya “USS Georgia” digel 2 gemiyên şer ku bi mûşekên kirûz yên ji corên “USS Port Royal” û “USS Philippine C” hatine pirçekkirinê, ji geviya “Hurmiz” derbasbûne û niha di avên kendavê de ne.
Piştî gefên rejîma Îranê derheq tolhidanan û gefxwarin li Amerîka û Îsraîlê, Amerîka bona piştevanî ji hêzên Amerîka li kendavê û herwisa bona kontrola zêdetir û bersivdan bi her nearamiyekê li deverê, ew jêrderyayî û gemiyên şer bo kendavê şandine.
Herwisa ragihandinên Îsraîlê jî ragihandine ku jêrderyayike wan bo kendavê bi rê ketiye û ji geviya “Soêz”ê derbas bûye lê hêj negihiştiye bi avên kendavê.
Herwis li daxuyaniya navgana 5em a Amerîkayê de hatiye baskirin ku amadebûna jêrderyayîya “USS Georgia” li kendavê dide xuya ku hêzên deryayî yên Amerîka şiyana wê yekê heye ku li her deverek ku yasayên navnetewî îznê pêre didin, amade be.