
Kurdistanmeida: Rojnameya “JERUSALEM POST” nivîsandiye ku rejîma Îranê bi êrşîên xwe, dixwaze hêza xwe bide selimandin, û nîşan bide ku dikare hemû herêmê bixe metirsiyê de.
“JERUSALEM POST ” a Îsra`îlê derheqê êrîşa ser baregehên PDKÎ di roja Şemî 9`ê Îlonê de, nivîsand:
“Sapaha Pasdaran a rejîma Îranê, bi mûşekên dûrhawêj êrîşî ser kempên Kurdan kir, û deha kes hatine kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûne, eva yekem car e ku Spaha Pasdaran a rejîmê, mûşekan li dijî Kurdên dijberên xwe û di nav kûrahiya axa Îraqê de bi kar tîne”.
Rojanameya “JERUSALEM POST” nivîsiye ku, ev êrîşa mûşekî a Spaha Pasdaran ya bo ser partiyên Kurd, peyamek ji Tehranê bûye bo vê yekê ku ew eva ku ev bixwazin dikarin encam bidin, ne tenê, derheq welatên cîran, belku li sertaserê Rojhilata Navîn de.
Herwisa di heyama sala borî de, mûşekên Spaha Pasdarana rejîma Îranê, û girûpên ku ji aliyê rejîma Îranê ve têne piştevanîkirin, bi mifahwergirtin ji şêvirmendên leşkerî yên Tehranê, Erebistan li Yemenê, û Îsra`îl jî di Sûriyê de kiribûne armanca mûşekên xwe.
Vê carê jî Spaha Pasdaran a terorîst, êrîşî ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Koyê kir, û hejmarek ji endamên rêberiya vê partiyê ku di civînê de bûn, ketine ber êrîşa mûşekî a Spaha Pasdaran û jiyana xwe ji dest dan.
Ev êrîşa mûşekî a Îranê gefeke mezin e bo seranserê deverê, û yasaya parastina neteweyî ku ji aliyê “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê ve di meha “Ut” de hatiye vajokirin, û yek ji van gefan, gefên ji aliyê mûşekên balistîk yên Îranê ye.
Hêjayî basê ye ku ev kiryarên rejîma Îranê di vê demê de dest pê kirine, ku “Washingtone”ê dorpêçên aborî bo ser Tehranê zêde kirin, û Koşka Spî jî ragehand ku dibe pêşî ji Tehranê bê girtin.
Hêjayî basê ye dema ku “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, digel rêberê Komelê jî di meha “June” de bo Washingtone hatibûne gazîkirin, “Mistefa Hicrî”gotibû ku ez hêvîdarim Amerîka û welatên din piştevaniya kempên me bikin.