
Kurdistanmedia: Serokê Banka Navendî a Îranê di pirogrameke televîzyonî de, tevî rexnekirina kesên ku karê hinartina kelûpelan dikin got: Ji destpêka salê ve heya niha 27 milyard Dolar me hinartina xeyrîneftî hebûye, lê ji vê hejmarê heya niha kêmtir ji 7 milyard Dolar gihîştiye me.
Li gor gotina navbirî 250 hinartivanên mezin ku şandina kelûpelan bi qasî 10 milyon Euroyî hebûne, ji destpêka salê ve heya niha dahata şandina berhemên xwe venegerandine bo beşa pêwendîdar.
Herçend ku bazara Dolar piştî dewreyeke dirêj ya bilindbûna nirxan di mehên borî de, û di demekê de ku diahte çaverêkirin piştî faza duyem ya dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê ji 13`ê Xezelwerê ve digel pêleke din ya bilindbûnê berbirû be, pêvajoyeke daketinê girte pêş.
Hinek karnas ser vê baweriyê ne ku dewletê kariye carê wisa nîşan bide ku Amerîkayê nekarî şandina nefta Îranê bigehîne sifrê, û dorpêçên Amerîkayê bêçine bûn û rastî şikestê hatine. Ew karnas dibêjin lewra çêkirina rewşeke weha û dîmeneke bi vî rengî di mêjiyê xelkê welat de, kariye ku nirxa Dolar ragire.
Helbet eva di demekê de ye ku rejîma Îranê pêşbîniya vê yekê jî kiribû ku neft girantir be, lê ew pêşbînî rast derneket ku neft berevajî erzantir jî bû.
Herwisa dorpêça kompaniyên veguhastina deryayî û bîmeya ticarî jî, wê rewşê ji bo hinartina neftê girantir bikin.
Murteza Îmanîrad aborînas li ser vê baweriyê ye ku bandora rastîn û berçav ya dorpêçan li ser bazara sikke û erz, di meha Sermawezê de wê xwe nîşan bide.
Bi baweriya Îmanîrad gellek zehmet e ku rewşa niha ya bazaran heya dawiya salê dom bike, jiber ku tevî vê ku dewletê kariye vê gavê pêşiya giranbûna bazara erz bigre, lê di heman demê de dorpêçên Amerîkayê jî bi başî pêşve diçin, lewra tu gumanek nîne di vê yekê de, ku dahatên erzî ên welat jî wê berteng û sînordar bin, û ew yek wê bibe sedema giraniya Dolar di mehên bê de.
Hinek karnas jî li ser vê baweriyê ne ku li ber dorpêçan bazar ratsî şokê hatiye, û xwedîkar carê nevêrin danûstandinên xwe yên ticarî bikin, û li benda ceribandina şêweyên kêmrîsk in, lewra erz nakirin, û hinek ji wan jî berî destpêkirina dorpêçan kirînên xwe encam dane, lewra carê Dolar girantir nebûye.