Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyî ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê, bahozeke “twitterî” lidarxistin.
Navenda Hevkariyî ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya 21`ê Şibatê, roja cîhanî ya zimanê dayîkê, bahozeke “twitterî” lidardixe, û armanc ji lidarxistina vê bahoza “twitterî”, eşkerekirina zêdetir a cudahîdanîna li hemberî zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îslamî ya Îran, û herwisa gihandina dengê mafixwazî a neteweya me di vê pêwendiyê de, ji saziyên neteweyên Yekgiritî yên girêdayî bi pirsa ziman, bi taybet “UNESCO” û saziya NY.
Dema birêveçûna wê bahoza “twitterî”: Derengiya şeva Çarşemî 20`ê Şibatê (derengiya şeva 1 reşemê).
Dema Hewlêrê: 21 bo 22
Dema Tehranê: demjmêr 21:30 bo 22:30
Dema navenda Ewropayî, demjmêr 19 bo 20
Bo vergiritina zaniyariyên zêdetir di vê derheqê de û agehdarbûna li heştegan dikarin: Serdana wê pêgeha elekteronîkî a xwarê bikin.
Telegram: @zmanidaik