Kurdistanmedia: Xelkê Kurdistana Rojhilat di gund û bajaran de, piştî wê ku televîzyona “Tishktv” li ser setilatîtê destp bi weşana xwe kir, keyfxweşiya xwe nîşan dan.
Xelkê azadîxwaz û nîştimanperwer yê Kurdistan, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarên Îran û Kurdistanê, piştî bihîştina nûçeya weşana bernameyên “Tishktv” li ser setilaîtê, bi awayên cuda keyfxweşiya xwe nîşan dan.
Xelkê nîştimanperwer yê Kurdistanê, bi belavkirina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb”, “hildana axabaniyan”, û karên din yên bi wî rengî, tevî nîşandana keyfxweşiyê, pîrozbahî ji yektir kirin.
Hevdem xelkê azadîxwaz yê Kurdistan û xebatkarên Demokrat, tevî pîrozbahî gotina ji malbatên serbilind yên şehîdan re, peymana emegnasiyî digel rêbaza şehîdan û malbatên şehîdan nûkirin, ku heya bi destveanîna armancên şehîdan dev ji xebatê bernadin.
Di heyamên bê de, televîzyona “Tishktv” wê weşana bernameyên xwe li ser setilaîta Yasasat destpê bike.