
Kurdistanmedia: Qasim Silêmanî, terorîstek bû ku, di welatên Ewropayê de, rolekî bandordar di terorkirinan de hebûye.
Kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst û hevalbendên wî, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, dijekiryarên welatên Ewropayî li pey xwe hebû.
Welatên Ewropayê bervajiya çavnihêriya rejîma Îranê, biryara Serkomarê Amerîkayê, Donal Tramp li ser mijara kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst, bi giring danezanîn.
Serkomarê Amerîkayê bas dike ku, me kesek kuşt ku ji Berlînê heya Birêtaniyayê, dest di teroran de hebûye.
Spaha Quds a terorîst, berpirsiyarê terorkirina rêberên PDKÎ û Kurd di derveyê welat de bûye.
Spaha Quds, emrazê terorkirina rêberên Kurd, Dr. “Qasimlo” û Dr. “Şerefkendî” bûye.
Di dema berpirsayetiya Qasim Silêmanî yê cinayetkar de, kiryarên cinayetkarane yên Spaha Quds, li dijî Kurd û Kurdistanê, zêde bûye.
Pêka hindek ji zaniyariyan, Qasim Silêmanî yê cinayetkar, di hemaseya “Kosalan”ê de, bixwe çûye wir û ferman daye ku, bi çekên Fosforî yên qedexekirî, êrîşî ser Pêşmergeyên PDKÎ bikin.