
Kurdistanmedia: Artêşa Îsra`îlê ji bo cara çendê milîşên girêdayî rejîma terorîstî a Îranê û Hizbullaha Lubnanê yên di Sûriyê de topbaran kirin.
Roja derbazbûyî nûçegihanên navxweyî yên Sûriyê belavkirine ku, topxaneyên artêşa Îsra`îlê di bilindahiyên Gulanê de, navend û binkeyên milîşên Hizbullaha Lubnanê yên di nav axa Sûriyê de topbaran kirine.
Artêşa Îsra`îlê di vê topbaranê de, devera “Tilul El-humr” a girên sor yên di bakûra “Quneytire” a Sûriyê de kirine armanca êrîşên topên xwe, ku cihê akincîbûna hejmarek zaf ji çekdarên Hizbulaha Lubnanê ye.
Ji aliyekî din ve, dengê teqîneke gellek bihêz di balafirxwaneya leşkerî ya “Dîr El-zur” a di Rojhilata Sûriyê de hatiye bihîstin, û gotegotek wisa heye ku ew teqîn di encama bombebaranên Îsra`îlê de çê bûye.
Li gora raporên belavbûyî, di vê balafirxaneya leşkerî de, hejmareke zêde ji milîş û hêzên Spaha terorîstî a Pasdarana rejîma Îranê cihgîr bibûn.
Heyanî niha tu daxuyaniyek fermî ji aliyê Îsra`îlê û rejîma Sûriyê ve derheqê vê topbaranê de nehatiye ragihandin.
Di heyamên derbazbûyî de, Îsra`îlê ji bo çendîn caran êrîşî ser hêzên rejîma Îslamî a Îranê yên di nav axa Sûriyê de kiriye, û di wan êrîşan de jî hejmareke zêde ji hêzên rejîma Îranê hatine kuştin.