Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji çiyayê Bozê Sîna ve, heya çiyayê Beyir yê Qurwê

17:04 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Piştî hilgirtina tabloya navê çiyayê “Bozê Sîna” ji aliyê kesên girêdayê rejîmê ve, wê carê di bajarê “Qurwe”yê de, karbidestên rejîmê, tabloya çiyayê “Beyir” di bajarê “Qurwe”yê de,hilgirtin.

Heyamekî berî niha, rejîma Îranê ji rêya kesên girêdayê bi xwe ve, dest kirine bi hilgirtina navên Kurdî yên cihên Kurdistanê û di yekim pêngavê de, tabloya çiyayê “Bozê Sîna” di bajarê Urmiyê de hilgirtibûn ku nerazîtiya xelkê Kurdistanê li pey xwe ve anî û pêşî jî wî karê wan hate girtin.

Li doma wan cehdên qirêje rejîmê de, çendîn kesên girêdayê rejîmê çûne ser bilindahiya çiyayê “Beyir” yê bajarê “Qurwe” ya girêdayê parêzgeha “Sine”yê û tabloya navê wî çiyayî şikandin.

Piştî lipeyketina xelkê “Qurwe”yê, xuya bû ku çend kes ên gurûpa çiyagerîya “Qacir Qurwe Kurdistan”ê ew kare kirine.

Wan kesan bona hêcetanîn bo karê xwe, bi awayekî ne-fermî ragihandine ku “Ji serê ve biryar dane ku tabloyên hemû wan çiya yên bajarê Qurwê ku navên Kurdî li ser wane, kom bikin û nehêlin”.

Çiya yê “Beyir” bilintirîn çiya di navbera 2 bajarên “Sunqur û Kulyayî” û bajarê “Qurwe”yê deye ku bilindahiya wê, bi qasî 3300 mêtre û xwezayeke pir civan û balkêş heye.

Rejîma Îranê pêka siyaseta kevnara xwe ya helandina çandî û asmîlasiyonê,  ji her cehdeke, mifahê verdigire û êrîşî li ser hemû bingehên ku, nîşana nasnameya  neteweya Kurd, dike.