Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji her Îraniyekê kesek di hejariya bêsînor de ye

10:27 - 21 Çirriya pêşîn 2021

Rapora helsengandina Wezareta Hevkarî, Kar û Xweşbijîwiya Civakî ya rejîma Îranê dibêje ji her sê Îraniyan, kesek di hejariya bêsînor de ye.

Rapora helsengandin ku ji aliyê Wezareta Hevkarî, Kar û Xweşbijîwiya Civakî ya rejîma ve hatiye berhevkirin, daye zanîn ku hêla hejarî li Îranê di sala 1399`an a Rojî de pêka sala derbasbûyî %38 bilind bûye.

Pêka wê Wezaretê aliyê kêm 26 milyon kes li Îranê di bin hêla hejariya bêsînor de jiyanê dikin.

Bi vî awayî 1/3 xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de jiyanê dikin.

Nirxa enflasiyon jî di Îranê de roj bi rojê bilind dibe û enflasiyona xal bi xal a sala 1399`an nêzî %48 hatibû zanîn. Eva jî di halekê de ye ku nirxa enflasiyona kelûpelên xwarinê ya wê midehê %67 bûye.

Tehrîmên aborî, Korona, gendeliya berpirsên rejîmê, dabînkirina girûpên terorîstî ji derveyê welat ji aliyê rejîmê ve û sedan mînakên din bûne sedem ku xelk rastî hejariya bêsînor bê.