Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji înkarê ve ber bi qebûlkirinê

12:08 - 24 Çirriya paşîn 2018

Kerîm Perwîzî

Kêşeya serekî ya Rojhilata Navîn û welatekî belalêdayî wekî Îranê aliyê kêm di heyama sedsala borî de, ev bû ku dadperweriya siyasî ku bi yek çavî li hemû neteweyên vê herêmê binêre, di gorê de nebûye.

Nebûna dadperweriya siyasî, yan bi gotineke din hebûna stemeke siyasî li ser neteweyên curbicur di navçeyê de, çavkaniya serhildana dehan û sedan kêşeyên curbicur di navçeyê de bûye, û dawiya sedsala 19`an, û hemû sedsala 20`î û destpêka sedsala 21`an tejî kiriye ji qirkirin û înkar û hewla cînosyada ên din! Ji kuştara Ermeniyan û kuştara Kurdan li Bakur û Rojhilat ve bigre heya karesatên piştî biryara cîhada Xomêynî û enfal û tawanên li dijî Şengal û qirkirina Yehûdiyan di vê navçeyê de, û kuştara Şî`eyan di vî welatî de, û cînosayda Suniyan di vî welatî de, û dehan û sedan mînakên din ku her hemû jî ji bîrokeya hevdu helandin û înkarê ve çavkanî girtiye, û Dr. Qasimloyê nemir gotiye ku terorîzm ji vê bêdadiay di Rojhilata Navîn ve çavkanî girtiye, û heya ku dadperwerî û pêkvejiyana wekhev ya neteweyan dabîn nebe, terorîzm hişk nabe.

Di Îranê de jî, bitaybetîtir diyarde û bîrokeya înkar û helandinê hatiye teorîzekirin û piştî deshilata Rezaxan teorî bi hêza çek û potîn hatine piraktîzekirin, û qirkirin û cînosayd bûye encama wê.

Di vê Îrana wêran û kavil de, zêdetir ji sedsalekê ye ku teoriya şovenîstî hebûna neteweya cuda di Îranê de înkar bikin, û hemû hewleke teorîk û nizamî û aborî û îtila`atî û emniyetî û …hwd hatiye dan, ku hemû xelkê nav erdnîgariya Îranê, wekî yek netewe û wekhev pênase bikin, û bi cîhana derve nîşan bidin û hekî cudahiya biçûk! hebe, eva di hûrdeçand û cudahiya cilûberg û şahî û kêfxweşiyê de nîşan bidin!.

Erk û wezîfeya bingehîn ya xebata wekhevîxwaziya neteweyî di Rojhilata Navîn û bi taybetî di Îranê de ew e ku biselimînin ku neteweya yekdest di Îranê de tuneye, û cihek wekî Îranê welatekî çend neteweyî ye, ku ew yek hatiye selimandin û qebûlkirin, û wê demê ye ku maf û daxwazkarî û mafê diyarîkirina çarenûsa wekhev jî dibe, û qebûlkirina rastiya heyî, tehemula encama wê jî çê bike. 

Deh rêkxiraw ku pêk tên ji çend hizbên ser bi neteweyên cuda di Îranê de û çend girûpên din ku xelkê xeyrî neteweyên belengaz û kesên Fars jî têde hene, levtêgihîştinek ragehandine, û min jêve ye, di heyama çil salên borî de, yekem car e ku bi awayekî fermî û ragehandî, ji aliyê girûpên xeyrîneteweyên bindest ve, çend netewebûna Îranê tê qebûlkirin.

Di vê levtêgihîştinê de bi zelalî bas ji yekîtiya azadane ya neteweyên Fars, Kurd, Tirk, Belûç, Ereb û Tirkemenan hatiye kirin. Ku eva bo yekem car e di dîroka nêzîk ya Îranê de, ew yek hatiye qebûlkirin, ku di Îranê de neteweya Îranê tuneye, belku xelkê Îranê ne ku ji çend neteweyên cuda û wekhev bi navê Fars, Tirk, Kurd, Ereb, û Tirkemen pêk tên.

Ew qebûlkirin û îtirafpêkirin dibe rastiyek ku dibe nuqteguherîneke dîrokî ku qebûlkirina hevdu wekî pêkhate û nasnameya cuda û wekhev, siberoj û derkewteteyeke gellek cudatir ji ya niha li pey tê.