Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji sedî 18 kargeh û dezgehên pêşey yên Îranê hatine daxistin

14:55 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Ji sedî 18 derhiner û pêşeyên Îranê bi sebeba nebûna Bodce û dorpêçên aborî yên ser navendên rejîma Îranê, çalakiyên wan hatine rawestandin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media û pişt girêdan bi nûçegihanên navxweyî, beşek berçav ji dezgehên pêşeyî û derhêneran di Îranê de, bi sebeba nebûna şiyana aborî, girêdane û hejmareke zehf ji karkerên wan kargehan ew çand mehin ku heqdestê xwe wernegirtine.

Berdevkê komîsyona “Senayê û Meadin” a parlimana rejîma Îranê de 5`ê tîr meha 2015`an de ragehandibû: Ji sedî 18 kargehên pêşey yên biçûk bi tevahî hatine daxistin û ji sedî 36 wan navendan jî li haletê nîve çalakdene.

Wî berpirsê rejîmê ji sebebên sereke yên vê kirîzê bas kir û got: Daxistina karxaneyên pêşey “bi sedema nebûna bodceya hewce” û pirsgirêkên aborî çêbûye.

Ji aliyekî din ve cêgirê Wezîrê Senet û bazirganî yên dewleta Hesen Rûhanî da zanîn ku di heyama sala 2006 `an heta 2012`an, 5 hezar û 400 navend û kergehên berhemanînan li Îranê ber bi daxisitinê ve diçin.

Di demek berê jî “Peyman Esrarî” berpirsê Saziyên pêşey yên parêzgeha Sine bas ji vê yekê kirbû ku ji koma giştî 960 kargeh û navendên pêşey, 260 ji wan hatine daxisitin û hejmareke din jî bi awayekî nîve çalak dixebitin.

Herdi wê hevdîtinê de “Mensûr Xaksar” di lêpirsîna roja Meden û bazerganî a parêzgeha Sine de ragehandibû, ji sedî 60 kargehên pêşeyî ên bajarê Sine çalakiyên wan nemane û ji sedî 40 ên din jî bi awayekî hewce nikarin kar û berhemînan bikin.

Di dema niha de rêjeya kargehên pêşeyî ên nîve çalak yên parêzgeha Sine di berhevdan li gel parêzgehên din zêde kiriye.

Navendên pêwendîdar yên rejîma Îslamî ya Îranê bi ti awayekî piştevaniyê ji wan karxaneyên pêşeyan nekirine û di encamê de jî bûye sebeba daxisitina wan cihan.