Li Îranê, ji koma 86 welatiyên ku xelata Olempiyadê wergirtine, 82 ji wan koçber bûne û xaka Îranê bi cih hêlane.
Gorî amarên ku deshilatdarên rejîmê belav kirine, welatiyên pispor û elît, bi taybetî kesên bijarde ku wergirê xelata pisporiyê ne, bi sedema giringî pê nedana rejîmê , ji Îranê derkevtin e.
Sefter Zarê`î Husênabadî, serokê civata “Îstîdadên bilind”(Jîrî) ragihandiye: Ev kesên jîr û pispor ên Îranê ku, di warên cuda de serkevtin bidest xistine, û karîne li pisporiya xwe de xelatan bidest ve bînin, bi hegera piştguh havêtina xwe ji aliyê rejîmê ve, dilsar dibin û Îranê bicih dihêlin û beraxwe didin bi welatên biyanî.
Herwisa navbirî got: Ji 86 welatiyên bidest ve înerên xelata Olempiyadê, 82 kes ji wan welat bicih hêlane, wê pêkê ji sedî 95 welatiyên pispor û lêzan ên Îranê, dev ji welat berdane.
Li hemî welatên pêşkevtî de, giringiyekîe taybet ji kesên pispor li warên curbicur de tê dan, û herwisa piştevaniya wan tê kirin daku, ev jî lêzanîn û pisporiya xwe bêxîne xizmeta welatê xwe lê, li Îranê de berevajiye û ti giringiyekî ji bijardan û pisporan re nayê dan.