
Li hin parêzgehên ku ji ava vexwarinê bê par in, di gundan de jin û zarok rêyeke dûr diçin ku bikarin avê bi pişta xwe bo malên xwe bînin.
Lêkolereka Avnasiyê daye xuya ku rastî nedadperweriyê hatine, bo hindek parêzgehan bûdceyekî zêde tê xerckirin lê, hin parêzgeh jî hene ku ji ava vexwarinê bê par in.
“Mehta Bezirefken”ê gotiye ku li parêzgeha Xurasanê, xelkê nêzî 300 gundan bi sedema nebûna avê gund berdane û rû bi derdornişîniya bajaran kirine.
Herwisa “Mehta Bezirefken” gotiye ku Wezareta Vîze di pirsgirêka ava vexwarinê de xwe bi berpirsyar nizane, wekî mînak hekî gund bi cihê werzêriya gelerî, bi awayê gulxaneyî werzêrî bê kirin, avên bin erdê dê bi awayekî serast bêne bikaranîn.
Lêkolerê Avnasiyê daye xuya ku kolberiya avê encama siyaseta şaş a birêveberiya avê ye.