
Karê werzêrî di Îranê de sereketirîn kar e, xelkê deverên Îranê bi şêweyên cuda kişt û kalê dikin, lê her sal rastî pirsgirêkan tên.
Par jî di wan deman de nirxa badincana bi awayekî bê mînak hate xwarê û çandinkaran badincanên xwe ji nav didbirin. Lê piştî heyameke kêm nirxa badincanan çend hember ji aliyê rejîmê ve hate bilindkirin.
Wê carê jî pêka kurte vidiyoyekê ku di nav torên civakî de hatiye belavkirin, çandinkarekî xelkê Deştistanê ya ser bi parêzgeha Bûşêhrê, badincanên çandî ji nav didbe û bi awayekî tund nerizayetiyên xwe li hember Wezîrê Kişt û Kal ê rejîmê nîşan dide.
Di vê kurt vidiyoyê de, yek ji çandinkar mijûlê belavkirina badincanan li ser rûyê erdê ye û bi pê xwe dipelçiqîne û li hember Wezîrê Kişt û Kal ê rejîmê dibêje: “Wezîrê Kişt û Kal keremke eve ye sala geşeya berhemanîna navxweyî, were mêze bike, te gotibû ez ê di dewrana Koronayê de piştevaniyê ji çandinkaran bikim, were eve jî piştevaniya te ye? Bi cihê wê ku maşînên bîhanî bînî, diba te piştevaniyê ji me kiriba!”
Xelkê çandinkar bi sedma aboriya îflaskirî ya rejîmê û hatina xwarê a nirxa îmîşên çandiniyê, heya niha çendîn caran nerizayetiyên xwe nîşan dane.