Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

jinên Kurd pêşeng in

13:50 - 14 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Jinên Kurd li Kurdistana Rojhilat, di nav refên xebatê de pêşeng in, û bi awayekî berdewam rûbirûyê siyasetên rejîma Îranê dibin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera "Kurdistanmedia"yê, roja Duşemî rêkefta 23`ê Banemera 1398`an, piştî bangeşya jinên bajarê Sine, merasmek bo şermezarkirina "qetilkirina namûs û xwekujiya jinan li Kurdistanê" hate lidarxistin.

Amadebûiyên vê mersamê li ser tirba du xweşkên Naiyserî yên bi navên Periya (Şayêste) û Esra Emînî birêve birin.

Di destpêka merasmê de, wezîfedarên hêza înitizamî yên rejîmê ku, aliyê kêm 4 tiromibîlan dibûn  li derdorê cihgîr bûn û êrîşî ser kombûna jinan kirin ku, rastî dijikiryara tund ya jinên amadebûyî hatin .

piştî vê ku hêzên întilzamî yên rejîmê nekarîn pêşî ji birêveçûna vê merasmê bigirin, amadebûyan bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha goriyên tunditîjiya lidijî jinê ragirtin.

her di vê merasmê de, amadebûyan,  daxuyaniyek amadekirbûn ku , biryar bo ji aliyê yek ji amadebûyan bê xwendin, lê, yek ji wezîfedarên rejîma Îranê , êrîşî ser wê amadebûyî kir da ku pêşî ji xwendina vê daxuyaniyê bigire.

piştire hêzên rejîmê amadebûyên vê merasmê belavkirin, û di konceke guristana Biheşta Mihemedî, ev merasm bi xwendina daxuyaniyê dawî pê anîn.

roja Çarşemî rêkefta 18`ê Banemera 1398`an, Şayêste û Esra Emînî rûnştiyên kolana Naiyser, ji aliyê xizmên xwe ve  hatibûne kuştin.