Bi hilkefta hatina sala nû û Newroza Kurdî, komek ji jinan bi liberkirina kincên Hewrî û bi dîlanê, pêşewazî ji hatina sala nû kirin.
Xelkê Kurdistanê, kule-Çarşemî bi şan bi rê ve birin û pêşewazî ji Newrozê kirin û bi hilkirina Agir û şahî û dîlanan û herwisa çalakiyên jîngehî, sala nû pîroz kirin.
Pêşewaziya gerim a xelkê Kurdistanê bi hilkefta sersalê di halekê de ye ku, navendên ewlehî û hêza întizamî ya rejîma Îslamiya Îranê, gef ji xelkê xwaribûn ku nabe rêûresman lidar bixin.
Xelkê Kurdistanê, Newrozê wekî nîşana xweragirî, zindîkirin û serhildanê dizanin û cêjna wê rojê bi şan ve bi rê ve dibin.