Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngeha Bane bû armanca kesên oportunîst + Wêne

15:05 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di çend rojên derbasbûyî de herjmarek kesên oportunîst û berjewendîxwaz, daristanên bajarê Bane û pişkek ji darên vî bajarî birîne.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di çend rojên derbasbûyî de, çend kesên helperest û bi gotina hemwelatiyan dest û pêwendiyên rejîm bûne ketine birîna dar û daristanên Bane û bê ewê ku jîngehê berçav bigrin mijûlê têkdana jingeh û xwezaya Kurdistanê ne.

Hevwelatiykê bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehand: Ew kesene bi eşkereyî û veşartî rojane mijûlê têkdana xwezayê û jîngeha Kurdistanê ne û tu kes û aliyek lêpirsînê ji wan kesane nakin.

Bi gotina hemwelatiyê han, hejmarekî zaf ji darberûyên bajarê Bane di hewlekî dije jingehî de birîne û ewa jî narizayetiya hemwelatiyan û çalakên jîngehparêzan lê çêbûn.

Di wê pêwendiyê de encumena parêzerên jîngeha Bane di daxûyaniyekê de serbarê pişt rast kirina wê hewlêm daxwaz ji hemû hemwelatiyan û jîngehparêzên Kurdistanê kiriye ku li hember ew hewla dije mirovî û dije jîngehî bê deng nebin û narzayetiya xwe derbibirin.