Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngeha Kurdistanê ji aliyê kesên derfetçî ve tê jinavbirin

17:43 - 10 Kanûna Paşîn 2022

Heyamek berî niha li nêzî gundê “Tetehû” yê ser bi bajarê “Sayînqela”yê kesên nenaskirî bi şevane dast avêtine birîna komek ji daran û zirar û ziyan bi jîngeha wê deverê gehandine.

Digel zêdebûna pirisgirêkên aborî û kêmdahatiyê ku xelk digel rû bi rû bûne, xelkê derfetçî bi piştevaniya rejîma Îranê bo peydakirina perê xwe yê rojane dest avêtine birîn û firotina daran.

Her di vê derheqê de li gundê “Xanegê” yê ser bi bajarê “Mihabad”ê di heyama derbasbûyî de parek ji kesên derfetçî û dijî jîngehê bi birîna komek ji darên sipîndar ên wê deverê zirarek zêde gehandine jîngeha wê deverê.