Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngeparêzekî xelkê Mihabadê bi hezaran masî ji navçûnê rizgar kirin

12:34 - 23 Îlon 2020

“Mewlûd Ezîzî” bi gihandina ava çem bi rêya kolandina kanalêke avê ve ku pir ji masiyan bûye, bû sedema rizgarbûna hezaran masiyên wê gola avê ku bi sedema bê aviyê ji nav diçûn.

Roja Duşemî, 21ê Îlonê, Berpirsê Îdareya Parastina Jîngeh a bajarê Mihabadê daye zanîn ku jîngeparêzekî Kurd bi navê “Mewlûd Ezîzî” xelkê bajarê Mihabadê, di çalakiyeke jîngeparêzî de bû sedema rizgarbûna hezaran masiyan di wî bajarî de, wî jîngeparêzî bi perê xwe û bi lêdana kanaleke avê, av bo goleke pir ji masiyan di gundê “Qoytel” di devera Xelîfan a girêdayê bajarê Mihabadê de veguhast û hezaran masî ku ji çendîn corên masiyan pêkhatibûn jinavçûnê rizgar kir.

Di encama bikarhatina avên çeman bona werzêriyê, piraniya caran avên çeman kêm an qut dibin û jîndarên wan çeman ji nav diçîn.

“Mewlûd Ezîzî”, derheq wî karî de got: “Bi hegera hogiriya xwe bi surûştê û bi pereyê xwe, bona rizgarkirina hezaran masiyan min ew çalakî kiriye”.

Navbirî daye zanîn ku zêdetir ji 20 salan e ku çalakiyên jîngeparêziyê dike û daxwaz kiriye ku jîngeparêzî bibe beşek ji çand û jiyana xelkê.