Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jiyana 16 milyon xelkê Îranê bi awayê nemir nejî ye

13:07 - 27 Gulan 2020

Jiyana xelkê malnişîn di rewşeke nemir nejî de ye û mûçeya wan ji heqdesta kedkaran kêmtir e.

Piştî enfilasiyona %41.2, jiyana xelkê ku heqdest an mûçe werdigirin rastî pisgirêkên cuda hatine, malnişîn di wê rewşê de zêdetir ji her qateke civaka Îranê dikevine bin bandora krîza aborî û jiyana nemir nejî ya wê qata hejar, dijwartir dibe û qasa mûçeya wan ya bingehîn ji heqdestê kedkaran kêmtir e û li sala 1399`an dê hêj kêmtir bibe.

Pêka mada 111 a yasaya dabînkirina civakî (Te`imîn Îctima`î) mûçeya herî kêm nabe ji heqdesta herî kêm a kedkaran kêmtir be, lê ya herî zêde jî nebe 7 beranber be, her bi wî awayî Saziya “Te`imînê Îctima`î”, wê dike bingeh bo asta mûçeyan, lê pêka mada 96 a yasaya “Dabînkirinia Civakî” her heyamî carek dibe wê asta mûçê digel xercên jiyanê bê hember kirin û wê qasa mûçê biguhere.

Pêka zêdekirina %21 a heqdesta kedkaran ku qasa wê nêzî 2 milyon tumen e, ew digel mûçeya malnîşînan bi qasî 800 hezar tumenan cudatî heye û ji mûçeya wan zêdetir e.

Lê heya niha, Saziya “Te`îmîn Îctima`î”, an ku Saziya“Dabînkirinia Civakî” û herwisa rejîma Îranê, berpirsatiya wê kêmbûna şiyana kirîna mûçegiran li stuyê xwe nagirin û malnişîn bûne hejartirin qata civakê û jiyaneneke nemir nejî hene.

Pêka yasayan, dibe asta mûçê malnîşînan bi berevirdkirin digel enfilasiyona %41.2, zêdetir bibe ku heya nîha nehetiye kirinê.