Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jiyana di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, ber bi karesate mirovî ve diçe

12:51 - 18 Gulan 2020

Tinebûn an kêmbûna “av û xwarin a hewce”, tinebûna emrazên hewce bona xwe parastin ji koronayê û bêkarî û belengaziyê, jiyana xelkê wê parêzgehê ber bi karesateke mirovî ve dibe.

Roja Yekşemî, 17`ê Gulanê, binav nûnerê xelkê Zahidanê, li meclîsa rejîma Îranê, “Elîm Yar Mihemedî” derheq xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de got: “%74 a xelkê wê parêzgehê di bin “ hêla ewlehiya xwarin”ê dene û tinebûna xwarinê bûye sedem ku biryarên qerentînekirinê ji aliyê xelkê ve neyêne berçawgirtin û herwisa got ku 300 hezar kes di vê parêzgehê de ava vexwarina saxlem tinînin û di bajarê Zahidanê de tu hewcehiyeke tenduristiyê, bi xelkê nayête danê”.

Herwisa vî nûnerê rejîma Îranê got: “Piraniya wan kesan li ti terheke hikûmetê bona xwşbijîviya wan xelkan de cih nagirin û piraniya wan ev kirêkaranene ku bona peydakirina nanê rojê hewcehî bi kar kirinê hene û neçarin bo karkirinê ji malên xwe derkevin”.

Rejîma Îranê cidatiyeke berçav a dadinê di navbera netewên wekî Kurd û Belûç digel xelkê dinê, zêdetir ji 40 salane ku karê rejîmê li ser wan netewan, kuştin, binçavkirin, piştguh xistin û hewlên micid bo jinavbirina wan bûye.