
Serokê berê yê Senaya Kanadayê, ragihandiye ku, berfirehtirbûna tundajoiyên Spaha terorîste pasdaran û azar û jiyana hejarî ya xelkê Îranê bi ti awayekî nayê qebûlkirin.
Roja Şemî, 29ê Tebaxê, Serokê berê yê Senaya Kanada, Senator “Lêo Hawsakos”( Loe Housakos) li ser rûpela xwe a tora civakî ya “Twitter”ê nîvîsandiye : “Berfirehtirbûna tundajoiyên Spaha Pasdaran û êş û azar û hejarî ya xelkê Îranê, nayê qebûl kirin”.
Herwisa wî Senatorê Kanadayî “Twitt”a çalakwanê siyasî yê Îranê, “Hişmet Elewî” di nav nivîsa xwede aniye.
“Hişmet Elewî” heyamekî berî niha, bi rêya tora civakiya “Twitter”ê ragihandibû: “Tê bîra wî ku rejîma Îranê daxwaza 5 milyar dolaran ji Sindûqa Navnetewî a Pere”IMF”ê kiribû ku, bona xweparastin ji vîrûsa Koronayê hewceyî pê hebû? Niha rejîmê soz daye ku 30 hezar xanî û bînayan di Sûriyê de ava bike di rewşekê de ku zêdetir ji 2 li ser 3 a nifûsa Îranê di belengaziyê de dijîn û bi milyonan di xaniyên kavl de jiyana xwe derbas dikin”.
Rejîma Îranê ti girîngiyek nade rewşa jiyana xelkê û tenê di hizra hinardekirina şoreşa Îslamî deye.