Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Joe Baydin” Îranê razî dike û rewşa Rojhilata Navîn aloztir dibe

10:28 - 16 Çirriya paşîn 2020

Hilbijartina “Joe Baydin” wek Serkomarê Amerîkayê hegera vê yekê heye ku Amerîka bo lihevhatina “Bercam”ê bizivire û eva jî bûye sedema nigeraniya welatên deverê.

Pêka rapora mediyaya “News Max” hegera Amerîka bo lihevhatina “Bercam”ê li Serkomariya “Baydin” de zêde bûye û eva jî bûye sedemê nigeraniya welatên Erebî û Îsraîl û wan welatan tirsa vê yekê hene ku destê rejîmê wekî berê vekirî be.

Di hegera ragirina tehrîman li ser rejîma Îranê û destpêregihîştina rerjîmê bi çavkaniyên malî yên wekî berê, rejîm zêdetir dibe piştevanê girûpên terorîstî yên nêzê xwe.

Girûpên alozkar yên ser bi rejîma Îranê herdem li derheq siyaseta mudaxilekirina rejîma Îranê de çalakî kirine û herwisa ew meşe jî berdewam dibe.