Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Joe Biden”: “Îran bo xelkê xwe metirsîdar e”

13:41 - 15 Îlon 2020

Gotinên “Joe Biden” avekî sar li serê rejîma Îranê dakir û da xuya ku tevî metirsî û gefa rejîma Îranê bo Amerîka û welatên din, gefekî micid e li ser xelkê Îranê.

Berê jî ku Îranê dabû zanîn hekî di hilbijartina Serkomariya Amerîkayê de“Joe Biden” serbikeve dê rewşa xelkê Îranê ber bi başiyê ve here.

Berbijêrê Partiya Demokrat a Amerîka bo hilbijartina Serkomariya Amerîkayê, “Joe Biden” got: “Hekî di hilbijartina Serkomariya Amerîkayê de serbikevim, dê rejîma Îranê neçar bikim ku bersiva îdamkirina “Nevîd Efkarî” û binçavkirina “Nesrîn Sitûde” bide û herwisa got: “Îran nek bo Amrîka û hevpeymanên Amerîkayê gefekî micid e, belkî bo xelkê xwe jî metirsîdar e”.

“Joe Biden” ku rikaberê “Donald Trump” e, tevî rexnegirtin ji siyasetên “Donal Trump” ragihand ku rejîma Îranê bi bidestveanîna çeka etomî nêzîk bûye.

Girêbesta “Bercam” ku di heyamê serkomariya “Barak Obama” û cihgirê wî, “Joe Biden”  de ji aliyê Amerîkayê ve hatibû wajokirin, ji aliyê “Donal Trump” ve wekî xirabtirîn girêbesta Amerîkyê binav kiribû.

Di girêbesta “Bercam”ê de, 150 milyard dolar ji aliyê Amerîkayê ve radestî Îranê hate kirin ku tevî diziya çendîn milyardî ya wî pereyê ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve, ya mayî pêka siyasetên rejîma Îranê di welatên derve wekî Sûriye, Lubnan û Îraq û Yemenê de bona çalakî û piştevanî ji terorîzmê hate xerckirin û xelkê Îranê ti xêrek ji wî pereyê Amerîkayê nedîtin.