Serokomarê Amerîkayê “Joe Biden” li daxuyaniyekê de bi awayekî fermî komkujiya Ermeniyan li sala 1915 bi “Jênosayd” binav kir.
Ew komkujî di salên dawî yên desthilata Împratoriya Osmaniyan de qerwimî bû û nêzî 1.5 miliyon kes di salên 1915 û 1916 bi destê Împratoriya Osmaniyan hatibûne kuştin; “Joe Biden” yekimîn Serokomarê Amerîkayê ye ku ew kuştina Ermeniyan bi jênosayd naskiriye.
Di wê derheqê de Mecilisa Nûnerên Amerîkayê û Mecilisa “Sina”yê jî ew yek wekî jênosaydekê nas kirine û ew biryar pejirandine.
“Joe Biden” li salroja wê karesatê de ew daxuyanî belav kir û got: “Em dê carek din soz bidin ku pêşî ji wan karesatan bigirin û nehêlin carek din dûbare bibe”.
Ew biryara Amerîkayê bertekên Tirkiyê û karbidestên wî welatî li pey xwe anî, û Tirkiyê huşdarî da ku ew karê Amerîkayê birînek kûr vekir û bawerî û dostatiya me lawaz kir.
Herwisa Wezîrê Derve yê Tirkiyê “Mevlûd Çavûşoxlû” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê ragihand: “Tirkiye di derheq dîroka xwe de, ji ti kesekê dersê wernagire”.