
Hilbijartina Serkomar li Amerîka hêj bi dawî nehatiye lê pêka “Joe Biden” ew serketiyê wê hilbijartinê ye, lê pêka “Donal Trump” sextekarî hatiye kirin û hekî bê serastkirin, ew dibe Serkomarê Amerîka.
Heta niha bi fermî ji aliyê Amerîkayê ve, serketiyê hilbijartina Serkomarî ya Amerêkayê nehatiye ragihand û deng bi tewawî nehatine hejmartinê, lê pêka ragihandinên girêdayê “Joe Biden” ew serketiyê wê hilbijartinê ye û bi 273 dengên “Electoral” serketiyê hilbijartina Serkomariya Amerîkayê ye.
Pêka gotinên “Donald Trump” di wê hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin û hekî ew sextekarî bêne serastkirinê ew dê serketiyê wê hilbijartinê be.
Donald Trûmp ragihand: “Encama hilbijartinê dibe bi fermî bê erêkirin û dê ragihandina serketin a “Joe Biden” bi rêya yasayan bibe bin pirsiyar”.