Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“John Bolton” bersiva axavtinên Rohanî da

12:56 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Şêvirmendê Ewlehiyê yê “Donuld Trump” hişdarî da Îranê.

Roja Duşemî 2`ê Gelawêjê “John Bulton” Şêvirmendê Ewlehiyê yê “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, hişdarî da Îranê, da ku gefan li Amerîkayê nexwe.

Li gorî rapora nûçegihaniya “Associet Press”ê , “John Bolton” gotiye ku: Serkomar di gotûbêjeke telefonî de ji min re gotiye ku hekî Îranê şaşitiyekê bike, wê xesarekê wisa  bibîne, ku, heyanî niha tu welatekê nedîtibe.

Herwisa her di vê rojê de, “Donald Trump” di “twitta” xwe de nivîsiye ku, rû ji  “Hesen Rohanî” serkomarê Îranê re nivîsiye: “Careke din gefan li Amerîkayê nexwe, çimku bellayekê wê bînin serê te, ku heyanî niha hatibe serê kêm welatekî”.

Ev axavtinên “John Bolton” û “Donald Trump” bertekek bûye li hemberî axavtinên “Hesen Rohanî” ku gotibû: “Şer digel Îranê, dayîka şeran e, û aştiya digel Îranê jî dayîka aştiyan e”.

Herwisa hişdarî dabû berpirsên Amerîkayê ku, “digel dêla şêr nelîzin, jiber ku wê poşman bin”.