Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

John Bolton ji rejîma Îranê re hişdariyan dide

13:20 - 12 Gulan 2019

Kurdistanmedia: “John Bolton” ji rejîma Îslamî ya Îranê re bi sebeba piştevanîkirin ji “Venezuelayê”re hişdarî da.

 Şvêrmendê payebilind yê Koşka Spî “John Bolton”, bi sebeba destêverdanên sê welatên wekî, “Koba, Rûsiya û rejîma Îranê”, di karûbarên “Venezuelayê” de hişdartî da û got hizora lîstokan di deverê de qebol nakin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama hefteya bê de, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, wê serdana Rûsiyayê bike û derheq siyasetên tund yên li dijî rejîma Îran û “Venazolayê” wê digel “Viladamir Putin” bicive.

Şvêrmendê Ewlehiya neteweyî yê Koşka Spî di peyameke “twittri” de derheq destêverdanên welatan di karûbarên derheq kirîza “Venezuelayê” de hişdarî daye û wiha nivîsiye, Em kiryarên lîstokên leşkerî yên derve yên wekî “Koba, Rûsiya û Îranê”, yên derheq jinavbirina demokrasî û piştevanîkirin li serkutkariyên “Venezuelayê” qebûl nakin û lîstokvanên wiha li jêr çavdêriyê de ne.

Herwisa Dewleta Amerîkayê hewl dide da ku, ji alîkariyên leşkerî û aborî yên Îran û “Venezolayê” ku herdu welat di bin givaş û dorpêçên Amerîkayê de ne, pêşî jê bigire, her di vê derheqê de jî, bo kontrolkirina rewşa van du welatan ji Rûsiya û Kobayê re jî hişdarî daye ku ev jî di bin çavdêriyê de ne.

Rejîma Îslamî ya Îranê, di 40 sal temênê desthilatdariya xwe de, berdewam li karûbarên dever û welatên herêmê de destêverdan kiriye û bi piştevanîkirin li girûpên terorîstî û herwisa dewletên dîktator ewlehiya herêm û cîhanê têk daye.

Ev kiryarên rejîmê di demekê de ye ku, Îran bixwe di rewşeke aloz a aborî de derbaz dike û Rohanî jî di îtiraf bi vê rewşa aloz ya aboriya welat kiriye.