Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“John Bolton'”: Qasim Silêmanî metirsîdartirîn kesê cîhanê ye

13:55 - 11 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: “John Bolton” Şêvrmendê Ewlehiya neteweyî a serkomarê Amerîkayê got, Qasim Silêmanî berpisê Spaha Qudis, metirsîdartirîn kesê cîhanê ye, û nabe  derheq Spaha Pasdaran û Spaha Qudis de xemsar bin.

Roja Çarşemî 21`ê Xakelêwey(10`ê Nîsan)`ê, “John Bolton” Şêvrmendê Ewlehiya Neteweyî a serkomarê Amerîkayê, di gotûbêja di gel “Radio Heuheu” ragehand, ku Qasim Silêmanî berpirsê Spaha Qudis metirsîdartirîn kesê cîhanê ye, û nabe derheq Spaha Pasdaran û Spaha Qudis de xemsar bin.

Herwisa navbirî got, Spaha Pasdaran û nemaze Spaha Qudis ku Qasim Silêmanî berpirsê wê ye, û sebebkarê hemû alozî û nearamiyan di seranserê Sûriye û Îraqê de ye, û her ev jî bo sebeb ku “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê biryara bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran bide û biryareke bicî bû.

Navbirî got: Ew biryara “Donald Trump” gellek girînge, û peyameke bo Hevalbendên Amerîkayê di Ewropayê de û hekî her kes bixwaze bi fikra bazirganîkirinê di gel Spaha Pasdarana terorîst be, bila fikra 20 sal cezaya hepsa xwe jî bike.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî di gotûbêjekî di gel kanala “Fox News” gotibû, Qasim Silêmanî berpirsê Spaha Qudis a terorîst ku, tayeke ji Spaha Pasdaran li dervey welat.

Amerîkayê di heyama çend rojên borî de, bi awayekî fermî Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî de.