Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‪John Bolton: Rûsiya hewceye li hemberî Îranê bisekine‬‬

12:45 - 24 Şibat 2019

Kurdistanmedia: “John Bolton” got, hekî Rûsiya li dijî terorîzmê şer dike, dibe ku li hemberî rejîma Îranê jî ravest e.

Roja Çarşemî 4`ê Rêbendanê, “John Bolton” li ser rûpela “Twitter”a xwe wiha nivîsiye ku, serkomarê Rûsiyê îdi`a dike ku li dijî terorîzimê şer dikin, û eva di demekê de ye ku mijara berevanîkirin ji rikeberiya derheq hebûna bombeya navikî di deverê de micide, û hewceye ku kêlega “hevalbendiya li dijî Îrana navikî” be, û li hemberî rejîma Îranê jî bisekine.

"Hevalbendiya li dijî Îrana navikî,  ya bi navê “UANI “ saziyeke ku,  ne hizbî û nedewletiye ku, bi armanca pêşîgirtin ji  destpêragihîştina rejîma Îranê li çekên navikî pêk hatiye, û ev saziya li “New York”ê ye.

 Ev hevalbendiya, li gel saziyên din hewl dide da ku, givaşan bixîne li ser kompaniyên navneteweyî, da ku  li encamadan karûbarên bazirganî yên li gel rejîma Îranê xwe biparêzin.