Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

John Kennedy: Kurd dibe wekî hevpêyîmanê Amerîkayî bê naskirin

17:54 - 3 Şibat 2019

Kurdistanmedia: “John Kennedy” yek ji Senatorên Komarîxwaz yê Amerîkayî, di kongreya Amerîkayuî de, di piroje yasayekê de daxwaza parastina Kurd, û berevanîkirin ji Kurd û girîngiya parastina Kurd, ji Amerîkayê kir.

“Kennedy” Senatorê Komarîxwaze û yek ji wan Senatorên li dijî biryara “Tramp” e, û mil bi milê “Lindsey Graham” dixwaze hêzên Kurd biparêze, û Kurd jî wekî hevpeyîmanê dîrokî yê Amerîkayî bê naskirin.

 Navbirî di konigreya Amerîkayî de daxwaz kir, da ku Kurd ên Rojava û Kurd bi giştî, wekî hevpeyîmanê Amerîkayî  dibe bên parastin, û piştevanî ji wan bê kirin.

 Wî senatorê Amerîkayî, her di heman demê de ji endamên kongireyê daxwaz kir,  da ku di piroje yasayî de ku bi “Ês wen” hatiye naskirin piştevanî jê bikin, û wê piroje yasayî bo rêkxistina yasaya parastina hevpeyîmanê Amerîkayî, di Rojhilata Navîn de ye.

Herwisa  daxwazkir da ku kurd jî bixîne nava vê yasayî  de û wekî hevpeymanekî girîng yê Amerîkayî di êrîşên welatên deverê de bê parastin.

Pêka vê piroje yasaya wî Senatorî, Amerîka dikare bo parastina Kurdan di dema rûbirû bûna li hemberî metirsiyên ku ji aliyê welatan ve tên gorê hêzê bi kar bîne.

Herwisa Navbirî, Kurd wekî qehremanê şerê li dijî girûpa terorîstî a  “DAÎŞ”ê, da naskirin, û daxwaz jî kir, da ku di   ew yeka di siyaseta derve ya Amerîkayî de belav be, û dibe Amerîka nîşanbide ku sozên xwe bo hemû hevpeymanên xwe bi cî digehîn e.