Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

John Kirby: “piştî bi dawîhatina lêkolînan li ser êrîşa Eynul Esed em dê bersiva wê êrîşê bidin”

12:44 - 4 Adar 2021

Berdevkê Pêntagonê, “John Kirby” daye zanîn ku “Amerîka digel Îraqê mijûlê lêkolîn li ser aliyê êrîşker li ser binkeya “Eynul Esed”in û di dawiya wê lîkolînê de em dê bersiva êrîşkeran bidin”.

Roja Çarşemî 3ê Adarê, piştî êrîşa mûşekî ya li ser binkeya “Eynul Esed” li parêzgeha  “Elenbar” ku cihê mana hêzên hevpeyman û Amerîkayê ye, mijûlê lêkolin li ser peydakirina biker an bikerên wê êrîşê ye û pêka gotina Berdevkê Vezareta Berevanî ya Amerîkayê, hêj ew lêkolîn bi dawî nehatiye û piştî wê lêkolînê dê Amerîka bersiva wê êrîşê bide.

Li wê derheqê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê,  “Antony Blinken”ragihand: “Bi her awayekî gef li ser canê xelkê Amerîkayê hebe, em ti car li mifah vergirtin ji hêza leşkerî xwe naparêzin”.

Herwisa navbirî daye zanîn ku: “bona parastina Amerîkayiyan em bi dereng nakevin her wekî me bersiva milêsên Îraqî da”; Gotina  “Antony Blinken” îşare bi lêdana hêzên Heşda Şeibî li rojhilata Sûriyê ye.

Li wê erîşa mûşekî ya li ser “Eynul Esed”ê, peymankarekî  Amerîkayî bi sedema sekteya dil canê xwe ji dest dabû.