Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Josep Borrell: “Di asta Serokvezîran de ti hevdîtinekê digel Îranê li New Yorkê nayê kirin”

13:08 - 21 Îlon 2021

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê “Josep Borrell” ragihandiye ku Wezîrên Derve ên welatên “Çîn, Birîtaniya, Feranse, Alman û Rûsiyê ti bernameyek bo hevdîtin digel Wezîrê Dervê yê Îranê tinînin.

Roja Sêşemî 21ê Îlonê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê “Josep Borrell” ragihand ku ti hevdîtin digel Wezîrê Derve yê Îranê “Hisênemîr Ebdullahiyan” ji aliyê Wezîrên Derve ên Çîn, Birîtaniya, Feranse, Alman û Rûsiyê nayê kirin lê ev bi xwe bo handana Îranê bo berdewamkirina danûstandinên Bercamê hevdîtinê bike.

Herwisa  “Josep Borrell” ragihand: “Daxwaza hemû aliyan zîvirîna lezgîn a Îranê bo danûstandinên Bercamê li bajarê Viyenê ye”.

Berê Wezîrê Derve yê Feransê, “Jean Yves Le Drian” ragihandibû ku renge ew hevdîtin bê kirin û gotibû ku divê Îran bi lezgînî bizivire ser masê danûstandinên li bajarê Viyenê”.

Gotina “Josep Borrell” daye xuya ku ti hevdîtinek nayê kirin û ragihand: “Berê Îbrahîm Reîsî daxwazkiribû ku danûstandinên Viyenê bo heyameke kin bi paşve bixin lê êdî demsal havînê jî bi dawî hatiye û Îran divê bi lezgînî bizivire ser masê danûstandinên Viyenê”.