Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Josep Borrell: “Îran di danûstandinên Bercamê de li pey hêcetan e”

12:15 - 29 Adar 2022

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, “Josep Borrell” gotiye: “Bi sedema vê ku Tehranê astengek nû çê kiriye, danûstandinên zîndîkirina Bercamê digel Îranê gihîştiye bi bombestê”.

Roja Duşemî 28ê Adarê, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, “Josep Borrell”,  tevî îşarekirin bi bombestgihîştina danûstandinên Bercamê ragihand: “Piştî vê yekê ku pirsgirêka Rûsiyê bo danûstandinê Bercamê hate çaresrkirin, Îranê asteng din çê kiriye”.

Herwisa “Josep Borrell” gotiye: “Rûsiye dixwest ji rakirina dorpêçan li ser nefta Îranê rêgirî bike, bi vê sedemê ku eger Îranê nefta zêdetir berhem anîba, dê firotina wê di bazaran de zêdetir biba û ew bi qazancê Rûsiyê nebû, lê Rûsiye bi garantîvergirtin ji Rojava, ev astengî rakir.”

Rejîma Îranê bi hêcata dernexistan navê Spaha Pasdaran a terorîst ji listê dorpêçên Amerîkayê, astengek nû li ser gihîştin bi encama wan danûstandinan afirandiye ku ew hêceta nû, astenkek din li gihîştin bi encama wan danûstandinan e.

Di vê derheqê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” bi rohnî ragihandiye: “Amerîka navê Spaha Pasdaran ji lîstê girûpên terîstî dernaxe”.

Rejîma Îranê tekezî li ser derxistina navê Spaha Pasdran ji listê girûpên terorîstî dike û ew wekî hêcet û mercek bo wan danûstandinan daniye.