Li bajarê “Sinê” parek ji Kadrên Dermanî li derheq danemezirandana wan bi awayekî fermî, kombûn û nerizayetiya xwe nîşandan.
Roja Şemî 9ê Nîsana 2022an Kadrên Dermanî yên nexweşxaneyên bajarê “Sine”yê ku di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de bi awayekî girêbest hatibûne damezirandin û di rojên giştgîrbûna Koronayê de li nexweşxaneyan de kar dikirin, piştî derbasbûna 2 salan hêj bi awayê fermî nehatine damezirandin.
Her di vê derheqê de beşek ji wan Kadrên Dermanî bi dana dirûşmên wekî “ Em parêzêrê canê we bûyn, hûn parêzerê mafê me bin” li derheq danemezirandina fermî di nexweşxaneyan de, kombûn û nerizayetiya xwe nîşandan.
Heyamek zêdeye ku qatên cuda yên civakê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji dest sîstema nekêrhatî û deselatdariya rejîma Îranê ku li ser ximê gendelî, dizî û binpêkirina mafan hatiye damezirandin, nerizayetî û bêzariya xwe bi awayên cuda ji wê rejîmê didine nîşandan.