Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kako îradeya Rasan li bajar û çiya, gihîşte bajarê Sine

12:08 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Pirtûka "Kako, îradeya Rasan li bajar û çiya", gihîşte destê endamên PDKÎ, di bajarê Sine de bi awayekî "SÎ DÎ" hate belavkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera "Kurdistanmedia"yê, xakîpoşên çepera bajar, li bajarê Sine, piştî çap û belavbûna pirtûka "Kako, îradeya Rasan li bajar û çiya", ku komkirina wî pertûkê ji aliyê "Şerîf Felah" ve, bi remza emegdarî û rêzgirtin li rêbaza Kakoyê xakîpoş û yada hemaseya Kosalan, ew pirtûke bi awayekî "SÎ DÎ" hate belavkirin.

Ew cihên ku ew pirûke bwlavkirin wiha ne: "Tazawa, Qetarçiyan, Defter Fenî, Bilwarê Kurdistan, Berdeşt, Nbwet, Jandarmîrî, Axezeman û Siprava".

Şehîd "Kawe Cewanmerd" kurê şehîd " Necmedîn Cewanmerd" sala 1380an li rêya hevalên Teşkîlatên nav bajarê Sine, pêwendiyên zîndî ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve girt.

Sala 1388an bi sedema eşkerebûna wî, navbirî kincê pir li şanazî ê pêşmergayetî liber kir.

bi sedema jêhatîbûna wî di kongereya 15 a PDKÎ de, navbirî wekî endamê komîteya navendî hate hilbijartin.

Piştî ku bû bi endamê komîta navendî, erka berpirsayetiya "TÎŞK TV" di  Kurdistanê de kişande situyê xwe, û xizmeteke di wê warê de encam da. Û li sala 1394an, ji navbirî re berpirsayetiya teşkîlatiya eşkere ya Hizbê hate spartin, û di wê erkê de jî, jêhatiya xwe nîşan da.

Mixabin roja 15ê Pûşpera 1395an, li gundê boryer, digel hevçeperê xwe şehîd "Serkewt Semedî" hatine şehîdkirin.