Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kalîteya nan di parêzgeha Urmiyê de li asteke herî nizim de ye

11:42 - 1 Adar 2021

Di parêzgeha Urmiyê de zêdetir ji 5 hezar nanvaxane hene û bi sedema kêmbûna 100 hezar tonî ya ardê salane ya hewce bo wan nanvaxaneyan û pêrenegihîştina berpirsên rejîmê, niha kalîteya nan jî daketiye.

Roja Yekşemî 28ê Şibatê, Birêveberê Giştî yê Hevahengiya Karûbarên Aborî û Navnetewî yê parêzgariya Urmiyê, “Husên Sîwanî”, îşare bi daketina kalîteya nan di parêzgeha Urmiyê de kiriye, lê ti rêçareyek bona çareserkirina wê pirsgirêkê destnîşan nekiriye û bi tenê daxwaz kiriye ku ard bi kaliteya baş bidin nanvaxaneyan.

Îsal yek ji sedemê kêmbûna 100 hezar tonî ard di parêzgeha Urmiyê de eva ye ku ard bi kalîteya baş bi qasa hewce nigihîje destê nanvaxaneyan û pêrenegihîştina rejîmê bi rewşa kedkarên wan nanvaxaneyan, aliyeke din ji pirsa daketina kalîteya nan e.

Herwisa bilindbûna nirxa ard di bazaran de jî bûye sedem ku xwediyê nanvaxaneyan nekarin bi qasa hewce ardê baş bona nan peyda bikin û neçar in ji ard bi kalîteyên nizim ku nirxekî kêmtir hene, di berhemanîna nan de bikar bînin ku bikarin hewcehiya rojane ya nan bo welatiyan dabîn bikin.

berpirsên rejîmê, basa gendeliya berpirsan li derheq dizîya ardê bi kalîteya baş û firotina wê di bazaran de nakin, lê slogana baştirkirina kalîteya nan didin.