
Kurdistanmedia: Xwediyên barhilgiran cardin di hinek ji bajarên Îranê de dest bi girevê kirin, û vê gireva wan rejîm xistiye tengaviyê de.
Li gora raporan roja Duşemiyê 1`ê Gelawêjê xwediyên barhilgiran wekî gilî û gazinde li rejîmê derheq guhnedana bi xwestekên wan, dest bi girevê kirin, û cihgirê Wezîrê Rê û Şehrsaziyê bas ji cîbicîkirina pilana bîmeya tekmîlî ya belaş ji bo 900 hezar ajotvanên barhilgiran kir.
Di meha Cozerdanê de bû ku gellek kamyondaran li piraniya bajarê Îranê de, dev ji kar berdan, û vî biryara wan, kêşe bo anîna benzînê çê kir.
Gazindeya herî berçav ya kamyondaran, wekî xwe mana kirêya hilgirtina bar, serbarê zêdebûna nirxa alavên hewce ên barhilgiran, û bi taybetî zêdebûna nirxa guherîna rûn û lastîk (tekere) û nedana pişka dewletî ji mafê bîmeyê bû.
Li ser bingeha vê raporê, ew wêne û dîmenên ku belav dibin, nîşan didin ku dewreke nû ji ragirtina karê barhilgiran dest pê kiriye, û sedema sereke jî ew e ku serokê Saziya Karûbarê Civakî û nûnerên rejîmê qewlên xwe cîbicî nekirine.
Rejîm di cihê çareseriya kêşeyên barhilgiran, berdewam radigehîne ku desteke derekî heye ku xelkê ji bo dijayetiya deshilatê tûj dike (nav tê dide), lê di hember de jî tu pêngaveke cidî ji bo çareseriya kêşeyan hilnagire. Di meha Cozerdanê de jî serbarê vê ku rejîmê ragehand ku dijminên me pilan bo têkdana rewşa ewlehiya me hene, tundûtîjî jî li dijî xelkê nerazî pêk anîn.