Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada: Rejîma Îranê balafira Okraynê li nêzî Tehran xistiye xwarê

11:12 - 10 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Çend senatorên Amerîkayê û Serokwezîrê Kanadayê piştrast kirin, ku balafira Okraynê, ji aliyê mûşeka rejîma Îranê ve ketiye xwarê.

Pêka nûçeyên belavbûyî, Serokwezîrê Kanadayê Castîn Tirodû (Justin Trudeau), di civîneke rojnamevanî de ketina xwarê a balafirê Okraynê tirajêdiyek daye zanîn û got: “Pêka zaniyariyên çend çavkaniyekê û hin çavkaniyên me, vê yekê nîşan dide ku mûşekek Îranê ev balefire kiriye armancê xwe.”

Serokwezirê Kanadayê di berdewamiya axavtinê xwe de got: “Kanadayiyan pirsiyar hene û daxwaza bersivê jî dikin, û dibe dadperwerî birêvebiçe.”

Herwisa Senator “Têd Kiruz” endamê Komarîxwazê meclîsa Senaya Amerîkayê daye zanîn, rêwiyên (Musafir) balafira Okraynê, bûne qurbaniya bê kîfayeta betrpirsên Komara Îslamî a Îranê.”

Herwisa Senator “Têd Kiruz” gotiye, berpirsên rejîma Îranê baş dizanin ku nikarin bo heyameke dirêj wê mijarê biveşêrin.

Her di vê pêwendiyê de, Senator “Robiyo” jî gotiye, “Rejîma Îranê nikare rastiyan li derheq jinavbirina balafira Okraynê biveşêrin.”

Balafira Okraynê, nêzî 180 kes têde bû û li dema ku di balafixaneya Taranê ber bi “Kiyêf” a paytexta Okranê ve diçû, piştî heyameke kurt li cih hêştina balafirxwaneya Xumênî li bajarê Tahranê, li nêzîk bajarekê Perendê kete xwarê û hemû ev kesên têde hatine kuştin.