Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê terhek bona rawestandina binçavkirinên xweserane li cîhanê hatiye amadekirin

11:39 - 16 Şibat 2021

58 welatên cihanê li “Ewropa, Amerîka, Birîtaniya û Japon”ê bona bi dawîanîna binçavkirinên xweserane li welatên wekî Îranê, li terha welatê Kanadayê de piştevanî kirin ku êdî ti welatek nekare ji binçavkirina kesên biyanî, wekî bandoreke dîplomatîk bi kar bîne.

Kanadayê bona bi dawîanîna binçavkirinên xwerserane li hin welatên wekî Îranê, terhek amade kiriye ku 58 welatên cîhanê piştevanî li wê terhê kirine û Wezîrên Derve yên “27 welatên Ewropayê, Japon, Birîtaniya û Ostraliya”yê, ew terhe wajo kirine ku binçavkirinên xweserane ya kesên biyanî, li hin welatan de êdî wekî bandordanîna siyasî, neyêne kirin.

Di wê terha Kanadayê de, tevî ku îşare bi navê ti welatekî nekiriye lê piştî binçavkirinên xweser li welatên wekî Îranê ew terh hatiye amadekirin.

Rejîma Îranê dîrokeke reş li binçavkirina biyaniyan li Îranê heye û hewl daye heta bikare bi hêcetên cuda, xelkê welatên wekî Amerîka, Birîtaniya û çendîn welatên dinê li Îranê, binçav bike û wan girtiyan wekî alaveke bandordanînê li ser danûstandinên siyasî û veguherîna girtiyan bikar bîne.

Rejîma Îranê bi sedema kiryarên terorîstî û afirandina fitneyan di welatên dinê de, kesên girêdayê xwe bikar anîne ku, çendîn kes ji wan bikirêgirtî û karbidestên rejîma Îranê di wan welatan de hatine binçavkirin.

Rejîma Îranê hewlê dide bi lezgînî  ji binçavkirina xweserane ya xelkê biyanî wekî, emrazeke bandordanînê mifahê werbigre û terorîstên xwe di hember berdana wan biyaniyan, ji girtîgehên welatan derbîne.